çîrok
Labîrenta Cinan ya Hesenê Metê
Navê Pirtûkê: Labîrenta Cinan
Nivîskar: Hesenê Metê
Rûpel: 143
Weşanxane: Nefel
ISBN: 91 973195 7 0
Mamoste Kevanot, tevî xanima xwe Nêrgisa Koçer diçe Gunde Dînan. Cihê fesadî, dek û dolap û virekiyê. Û gundî; ji aliyekî ve ciwamêr, dilgerm û pakij, ji aliyê din ve; nezan, korfam û serhişk. Mamoste ji dizane ku du rê li ber hene: An wê dakeve pîvana wan û li wî aliyê wan î pakij rast bê an jî xwe ji wan dûr bixe û rastî aliyê wan î korfam bê. Kevanot bi zimanê wan dipeyive û dide ser riya yekemîn. Lê li wî gundê ku pîrebok û cin, însan û şeytan tevlihev dibe wê gotina Gebranê Baço rast derkeve:
“Ku tu dakevî pîvana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî… tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce… tu ê pîvana wan de bifetisî û biçî. Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî…”
Hesenê Mêtê di romana xwe de me li labîrent û dehlîzên tarî ê civakeke derengmayî digerîne, civakek ku labîrenta herî tarî û tevlihev mêjiyê însanên wê bi xwe ye.
(ji bo Androîd û iPhone)
(ji bo Amazon Kindle)
(ji bo kontrolkirina e-pirtûkan)
çîrok
e-kitêbên kurdî
e-pirtûkên kurdî
epub
Hesenê Metê
kurdî
kurdish
kurdish e-books
kurmancî
kurmanji
kürtçe
kürtçe e-kitap
kürtçe pdf
Labîrenta Cinan
pdf
pdf bi kurdî
Post a Comment
1 Comments
sihet xweş mala we ava
ReplyDelete