Mirina Kalekî Rind ya Mehmed Uzun



Navê Pirtûkê: Mirina Kalekî Rind
Nivîskar: Mehmed Uzun
Rûpel: 135
Weşanxane: Orfeus
ISBN: 91-87074-02 8



Du mirov. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1900-î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, dan û standinên wan bi hev re û bi doralî re, dijwarî û berberiyên wan... Romana Mehmed Uzun Mirina Kalekî Rind li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê.
Ronakbîrê nûjen Serdar Azad, penûs di desta de, li ber masê rûdine û ronakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa Kalê ecêb û sirrtijî dike û li milekî jî, ew bi Kalo re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe û zarotiya xwe dike.
Ango, roman, ne bi tenê, li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin.
Mirov dikare Kalo weke rûpeleke jibîrbûyî ji dîroka Kurdîstanê bibîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, weke mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî... Ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê hercena şexsî û taybetî bin, ew ewçend jî gelemper in.

Post a Comment

0 Comments